Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk: Tifaqa qirêj wê têk biçe

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk diyar kir ku hikûmeta ku li welat û derveyî welat serî li provokasyonan û êrîşan da, wê tu encamê bi dest nexe.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Dengdana li derveyî welat qediya. Dengdana li derveyî welat di 27’ê Nîsanê de hatibû destpêkirin û gelên me û hêzên demokrasiyê ev pêvajoya xweş organîze kirin. li 73 welatan, 156 navendên hilbijartinê ji bo 3.416.098 hilbijêran bi giştî 4.671 sindoq hatin danîn. Di van hemû sindoqan de muşahîtên me cih girtin û me berpirsyariya xwe ya parastina îradeya gelê xwe pêk anî.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku hemû derfetên dewletê, Serokatiya Karên Diyanetê û Konsolosxaneyan bi kar anî lê bi saya helwesta berpirsyar û bi biryar a hêzên demokratîk, nekarî li ser sindoqan hegemonyayê ava bike. Ji ber ku fêm kirin wê têk biçin li Tirkiye û derveyî welat xwestin hin provokasyonan bikin û gelê me ji têkoşînê dûr bixînin.

Di 7’ê Gulanê de li navenda hilbijartinê ya Amsterdamê ya ku paytexta Hollandayê ye êrîş hate kirin. Di heman rojê de li Erziromê jîi êrîşî Ekrem Îmamoglû hate kirin û li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê jî êrîşî wesayîta Partiya Çepên Kesk û li Stenbolê jî êrîşî standa jinên endamên Partiya Çepên Kesk hate kirin. Ev êrîş organîzasyona heman hişî ne.

Êrîşa li Amsterdamê ji aliyê çeteyên Ocaxên Osmaniyan pêk hat û tê zanîn ku ev girêdayî Erdogan in û bi destê Metîn Kulunk ê AKP’yî hatiye kirin. Van çeteyan berê jî li Marsîlya, Strasboûrg û Bremena Elmanyayê jî ev êrîş kiribûn.

Em ji têkoşîna xwe ya li dijî antîfaşîst dizanin, tu êrîşên antîfaşîst bixweber pêk nayê. Ev çeteyên ku êrîşan dikin girêdayî tifaqa AKP û MHP’ê û Erdoganê dîktator in.

Em Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk diyar dikin ku wê faşîzm têk biçe û gel bi ser bikevin.”